ZendTV (@tvzend) header
ZendTV (@tvzend) profile picture

Platforma Medyaya Azad

Joined August 2026
Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)Photo by ZendTV (@tvzend)
Hejmara kesên di xwepêşandanên Awdanan de hatine girtin gihişt 12’an Hejmara kesên ku li Awdananê, li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, gihîştiye 12 kesan. Aqûbeta sê welatiyên bi navên Husên Elîzade, Hemîd Şamhemedî û Mihemed Husên Kawyanî yên hatine girtin jî nayê zanîn.
2
48
Îranê êrişî Baregeha Deryayî ya 5. ya DYA'yê li Bahreynê kir Baregeha Deryayî ya 5. ya DYAyê li Bahreynê bi awayekî giran dişewite. Li gorî agahiyên belavbûyî, erebeyên alîkariya lezgîn ber bi cihê bûyerê ve diçin.
1
47
Li Mannheimê sertîfîkayên xwendekarên qursa Kurdî qedandine hatin dayîn Li bajarê Mannheimê yê Elmanyayê sertîfîkayên xwendekarên ku qursên zimanê Kurdî yên bi armanca parastin û ragihandina Kurdî ji bo nifşên pêşerojê hatibûn lidarxistin bi serkeftî qedandin hatin dayîn.
1
43
Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin Damezirînerê şirketa Microsoftê Bill Gates behsa guherînên mezin yên li ser destê robotan di 20 salên pêşerojê de kir û got, “Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin.” Bill Gates ragihand ku dibe di nava zêdetirî 20 salên pêşerojê de em di cîhaneke pirfireh de bijîn ku tê de xwarin û stargeh bi lêçûneke gelekî kêm yan jî bêpere bên dabînkirin.
1
34
SOHR: Li Helebê 2 kes ji ber teqîna mayînan mirin Li gorî Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), ciwanek ji gundê Deracînê Minbicê dema ku erdê xwe yê nêzîkî mezreya Şemdanê dikêla, di encam teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. SOHR‘ê dest nîşan kir ku li gundê Kefer Sexîrê bakurê Helebê jî şivanek ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên SOHR‘ê ji destpêka sala 2026’an ve 293 kes ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane û 503 kes jî birîndar bûne.
1
63
''Kurte behsek li ser Sosyaîzmê'' ya Ebdurehman Qasimlo bi Kurmancî hat çapkirin Berhema siyasetmedar û aborînasê Kurd Ebdurehman Qasimlo ya bi navê “Kurte behsek li ser Sosyalîzmê” ji aliyê Weşanxaneya Pallê ve bi kurmancî (kurmanciya latînî) hat çapkirin. Berhem ji aliyê Mustafa Zengîn ve ji soranî hatiye wergerandin û wî pêşgotineke berfireh jî ji bo wê nivîsiye. Di pirtûkê de gotar û şiroveyên Qasimlo yên li ser sosyalîzmê cih digirin ku di salên 1980yî de li hemberî sosyalîzma reel û dîktatoriya proletaryayê rexne û nêrînên nû yên li ser sosyalîzma demokratîk û mafê çarenûsê pêşkêş dikin. Xwendevan dikarin pirtûkê ji malpera “pallwesan.com” û pirtûkfiroşan temîn bikin. @pallwesan
1
2
87
Tirkiyê zanîngehên xwe yên li Efrînê girtin Tirkiyê çend zanîngeh û peymangehên xwendina bilind yên girêdayî Zanîngeha Dîlokê û Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Efrînê girtin.
1
36
‘Dosya û raporên qaçaxçîtiya petrolê radestî dadgehê kirine’ Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku parastina boriya petrolê di stûyê hikûmetê de ye û diyar kir ku her kesê ku navê wî di lêpirsînên têkildarî dosyeya qaçaxçîtiya petrolê de derbas bibe, dê derkeve pêşberî dadgehê.
2
39
Civîna PDK û YNKê bi dawî bû Endamê Polîtburoya YNKyê Dara Reşîd: Ev civîn destpêk e Piştî aloziya danemezirandina hikûmetê û nîqaşên li ser vekirina Parlamena Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yekem civîna xwe ya lihevkirinê li Hewlêrê pêk hanîn. Civîna ku di asta polîtburoyên herdu partiyan pêk hat û ropar û nîv dom kir, bi dawî bû. Endamê Polîtburoya YNKê Dara Reşîd, di nirxandina xwe ya beriya civînê de da zanîn ku lidarxistina vê civînê destpêkek e û got: "Bi hêviya Xwedê wê ber bi aliyekî ku di berjewendiya tevahiya gelê Kurdistanê de be biçe." Hate ragihand ku şandeyên YNK û PDKê wê naveroka civîna îro pêşkêşî rêveberiyên partiyên xwe bikin û piştî gotûbêjkirina li ser naverokê, hewlên xwe diyar bikin. Dihê payîn ku piştî vê jî civînên navbera PDK û YNKê bidomin.
2
47
Nîveka yekem bi dawî bû: Amedspor 0 - 1 Çaykur Rizespor Di maça Amedspor û Çaykur Rizesporê de nîveka yekem, bi gola Ali Sowe ya xuleka 19an, bi 1 - 0 serkeftina Çaykur Rizesporê bi dawî bû. Piştî gola Ali Sowe Amedsporê hewlên xwe yên golê zêdekirin û zorê dan Rizeyê, lê belê, li gel xelaskirina ji sedî sed golan a du pozisyonên Amedsporê jî, Amedsporê gogê li torê neda.
211
Hevşaredar û 4 endamên Encumena Şaredariya Ziyaretê ji DEM Partiyê veqetiyan. Hevşaredarê Bajaroka Ziyaretê (Weyselqeranî) ya navçeya Hawêlê (Baykan) ya Sêrtê ya bakurê Kurdistanê Enes Cengîz û 4 endamên Encumena Şaredariyê ji DEM Partiyê veqetiyan. Enes Cengîz û endamên Encumenê bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî ya hevbeş diyar kirin ku biryara wan bêyî ti zexteke derve û bi vîna wan hatiye dayîn û ew ê rêya xwe weke serbixwe bidomînin.
1
59
Çaykur Rizespor, bi gola Ali Sowe 1 - 0 bi pêş ket Di maça Amedspor û Çaykur Rizesporê de tîma Deryaya Reş bi gola Ali Sowe ya xuleka 19an 1 - 0 bi pêş ket. Piştî golê Amedsporê hewlên xwe yên golê zêde kirin.
3
404
Maça Amedspor û Çaykur Rizesporê destpê kir Di hefteya 12emîn a Lîga Super de, Amedspor li mala xwe mazûvaniya Çaykur Rizespor dike. Maça ku hatibû plankirin li Stadyuma Amedê, bi hakemtiya Umit Ozturk bileyze, di ropara 16:00an de dest pê kir. Amedspor bi têkbirina Çaykur Rizesporê hewl dide ku ji bo lîdertiyê têkoşîna xwe bidomîne.
315
Li Sûriyeyê di 15 salan de ji 30 hezarî zedetir zarok hatin kuştin Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihannd ku li Sûriyeyê, ji 2011an heta 2026an, ji 30 hezarî zêdetir zarok hatine kuştin. Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê bi mebesta 20ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, di barê rewşa zarokên li Sûriyeyê de raportek belav kir. Di raportê de hate diyarkirin ku bi belgeyan hatiye mîsogerkirin ku li Sûriyeyê, ji Adara 2011an heya 2026an zêdetirî 30 hezar û 756 zarok hatine kuştin. Di raportê de hate gotin ku ji van zarokên ku hatine kuştin, 232 jê li navendên desteserkirinê, bi skenceyê hatine kuştin, 5 hezar 372 zarok hatine yan hatine girtin yan jî bi zorê hatine revandin. Di raportê de hate destnîşankirin ku 23 hezar û 146 zarok berî 2026an û 117 zarok jî îsal hatine kuştin, ji 8ê Kanûna 2024an vir ve jî 161 zarok di encama teqînên bermahiyên şer de hatine kuştin û bi dehan zarok jî bi qasî ku pediviya wan bi alîkariyê çê bibe birîndar bûne. Di beşa nîşe ya raportê de hate xwestin ku berpirsên kiryaran bihêne cezakirin, aqûbeta zarokên wenda bihê zelalkirin, qerebûya ziyanên malî bihêne dabînkirin.
1
45
Li Besrayê di sazgeha elektrîkê de teqîneke mezin rû da: Herî kêm 4 kesan can dan, 35 kes jî brîndar bûn. Li bajarê Besrayê yê Iraqê, li sazgeheke elektrîkê, ji ber têkçûna boriya gazê teqîneke dijwar rû da. Di teqîna ku bandorê li dorhêleke freh a ku jîngehê jî li ber xwe girt de herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dane 35 kes jî brîndar bûne. Li gorî agahiyan, li Sazgeha Elektrîkê ya Harsayê ya bakurê Besrayê, boriyeke guheztinê ya gazê têk çûye û piştî gazê agir girtiye teqîneke mezin rû daye. Rêveberiya Tenduristiya Besrayê ragihand ku ji bo brîndar bi lez bigihînin nexweşxaneyan, hemû karmendên tenduristiyê û ambûlans hatine seferberkirin. Rêveberiyê da zanîn ku wan hemû brîndaran gihandine nexweşxaneyan û pêvajoya dermankirina wan destpê kiriye.
1
53
Neteweyên Yekbûyi serxwebûna Filistînê pesend kir Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li hember 8 dengên "Na" bi 162 dengên "erê", pêşnûmaya mafê diyarkirina çarenûsê û serxwebûna Filistînê pesend kir. Tirkiye jî yek ji endamên ku dengê "Erê" dan bû. Di dengdana li ser pêşnûmaya biryarê ya ku ji aliyê Lijneya Sêyemîn a Mafên Mirovan û Karûbarên Mirovî ya Lijneya Giştî ya NY ve hatibû pêşkêşkirin de, hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE), Kanada û Awistralyayê ve hat piştgirîkirin. Welatên wek Arjantîn, Paraguay, Mîkronezya, Nauru, Papua Gîneya Nû û Palau jî, li gel DYA û Îsraîlê, li dijî biryarê deng dan. Li gorî daneyên 2026an, serjimara Filistînê; bi Şerîaya Rojava, Qudisa Rojhilat û Xezeyê, dihê payîn ku 5 milyon 800 hezar e û ev serjimar, ji % 10ê Kurdan e.
1
30
Piştî maça Hewlêr û Duhokê alîgirên tîman pev çûn: Çend alîgirên herdu tîman brîndar bûn. Di maça Lîga Stêrkan a Iraqê ya di navbera Duhok û Hewlêrê de alîgirên herdu tîman piştî maçê pev çûn. Hate ragihandin ku di pevçûna alîgiran de çend alîgirên herdu tîman brîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Azadiyê ya Duhokê. Maça Duhok û Hewlêrê ya ku duh êvarê li Stadyûma Duhokê, hate leyztin 1 - 1 bi encam bû. 36 hezar û 475 alîgirên herdu tîman di maçê de li trîbûnan amade bûn. Beriya niha jî di çend maçên herdu tîman de, di navbera alîgirên van tîman de alozî derketibû.
1
43
Li dibistanên Şamê dersên zimanê Kurdî destpêkirin Wezareta Perwerdeyê ji bo destpêkirina dersên zimanê Kurdî 938 dibistan destnîşan kir. Ji aliyekî ve li Rojavayê Kurdistanê bi armanca perwerdehî bi zimanê Kurdî bidome têkoşîn bihê dayîn û helwesta Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser perwerdehiya giştî ya Kurdî dûrî daxwaza Kurdan be jî, Şam jî di nav de; li çar parêzgehên Sûriyeyê, dersên zimanê Kurdî dereng be jî destpê kirin. Li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, ji bo dayîna dersên Kurdî, li çar parêzgehên Sûriyeyê, 938 dibistan hatine destnîşankirin, lê belê bi taybetî li parêzgeha Hema û Şamê, ji ber nebûna mamosteyên Kurdî, ev biryar bi rêk û pêk nehatiye sepandin.
1
31
Jinên 4 parçeyên Kurdistan li Silêmaniyê civiyan: "Kurd bi yekîtiya neteweyî û pêşengiya jinan dihêne parastin." Li Silêmaniyê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan civîneke berfireh li dar xist. Di rûniştina yekem de beşdaran di barê geşedanên dawî yên li Kurdistan û herêmê, astengiyên li pêşiya doza Kurd û bandora wan a li ser maf û statûya jinan nirxandinan kirin. Her wiha behsa pêwîstiya helwesteke neteweyî ya hevbeş hate destnîşankirin. Di rûniştina ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li bakurê Kurdistanê û bandora wê ya li ser parçeyên din ên Kurdistan, berxwedana parastina mafê perwerdehiya ziman a Rojavayê Kurdistanê û bereya netewî ya li Rojhelatê Kurdistanê hate gotûbêjkirin de, pêwîstiya hevxurtkirina têkoşîna parastina neteweyî ya parçeyên Kurdistanê hate destnîşankirin Di kombûna jinan de ji PDK û YNKê hate xwestin ku xwe ji hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê dûr bikin û statuya wê biparêzin.
2
35
Trump: Îran dixwaze lihevkirinê bike, lê ne lihevkirineke ku ji bo min qebûlkirî be. Trump: Şerê li dijî Îranê çalakiyeke leşkerî ya biçûke.
1
62